Perlemana Kurdistanê îro deng li ser projeyasaya çaksaziyê dide

Perlemana Kurdistanê îro dicive û deng li ser projeyasaya çaksaziyê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Perlemana Kurdistanê îro dicive û deng li ser projeyasaya çaksaziyê dide.

Li gor bernameya karê Desteya Serokatiya Perlemana Kurdistanê, biryar e îro Perlemana Kurdistanê demjimêr 11:00 bi armanca deng li ser projeyasaya çaksaziyê bide bicive.

Roja Duşem û Sêşema bûrî (12 û 13 vê mehê), Perlemana Kurdistanê xwendina duyem ji projeyasaya çaksaziyê re kir û her yek ji fraksiyonên, PDK, YNK û Tevger Gorranê xwe yekalî kirin û deng li ser wê projeyasayê didin.

Wek Hikûmet û Perlemanê ragihandine, projeyasa, çaksazî di xaneşîn, mûçe, dermale, bexşîn û destkeftên din de dibe.

Duhî, Serokatiya Perlemanê û komîteyên pêwendîdar civiyan û malpera fermî ya Perlemanê aşkere kir, raporta hevbeş û dawiyê ya komîteyên pêwendîdar ya derbarê projeyasaya çaksaziyê hat amadekirin.  

 

S. B