Sûriye: Li Hemayê şerê giran di navbeyna hêzên rejîmê û Tehrîr el-Şam de

Di encama şerê gundewarên Hemayê 44 leşkerên Hikumetê û çekdarên desteya Tehrîr El-Şam hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama şerê gundewarên Hemayê 44 leşkerên Hikumetê û çekdarên desteya Tehrîr El-Şam hatin kuştin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kiriye, Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam dest bi êrîşa ser hêzên Hikûmeta Sûriyê   li gundewarên Hemayê kirin e, û şer û pevçûnên dijwar di navbera her dû aliyan de rû daye, û hêzên Hikumetê pêgehên çekdarên Opozisyonê bombebaran û topbaran dike.

Rewangehê diyar jî kir, di encama wî şerî de 26 leşkerên hikumetê û çekdarên bi ser ve, û 18 çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam û grûbên bi ser ve hatine kuştin.

Rewangehê diyar jî kir, digel şer û pevçûnan, firokeyên Hikumetê bajar û bajarokên gundewarên bakurê Hemayê û Başûrê rojavayê Îdlibê bombebaran û topbaran dikin. 

 

 

 

C.B