Şakîr Epozdemîr: Mesûd Barzanî serokê hemû welatparêzên Kurdistanê ye

Encamên hilbijartinên parlamena Kurdistanê ji aliyê rûspî û siyasetmedarên berê yên bakurî ve jî bi baldarî tên şopandin.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Encamên hilbijartinên parlamena Kurdistanê ji aliyê rûspî û siyasetmedarên berê yên bakurî ve jî bi baldarî tên şopandin. Nivîskarê Kurd û yek ji damezrînerên Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê Şakîr Epozdemîr ji Kurdistan24ê re axivî û da zanîn ku ji ber ku PDK alîgirê azadî û serxwebûna Kurdistanê ye di hilbijartinan de biserketî ye. Dîroknas Nacî Kutlayê ku di doza 49an de li Tirkiyeyê hatiye darizandin jî dide zanîn ku êdî bo Kurdan qonaxeke nû dest pê kiriye û lazim e ku hemû Kurd xwedî li statuya Herêma Kurdistanê derkevin.

Karvedan û encamên hilbijartinên parlamena başûrê Kurdistanê ku di 30ê Îlonê de birêve çû û ji encaman îstqrar derket wek hemû welatên herêm û cîhanê bi taybetî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji nêz ve tê şopandin. Rûspî û siyasetmedarên berê yên Kurd ku emrê wan bi doza azadiya Kurd û Kurdistanê re bihuriye û li Enqereya paytexta Tirkiyeyê dijîn derbarê hilbijartinên Kurdistanê de fikr û ramanên xwe bo Kurdistan24ê anîn ziman.

Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Şakir Epozdemirê ku di heman demê de hemwelatiyê Herêma Kurdistanê ye û yek ji damezrînerên Partîya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê ku di sala 1965an de hatibû damezrandin, dide xuyakirin ew ji Enqereyê bo dengê xwe bikar bîne çûye Hewlêrê.

Nivîskar û Siyasetmedar Şakîr Epozdemîr ji K24ê re wiha axivî: "Ez 2800 k.m ji Enqereyê çûm. Min dengê xwe da. Dengê min jî heye li Kurdistanê elhemdulîlah. Ev rêya azadiyê ye. Rêya azadiyê dûr e û barê Kurdistanê jî barekî giran e. Ne barekî sivik e. Serkeftina PDKê ji vir tê; PDK alîgirê sexwebûna Kurdistanê ye; tereftarê xilasiya hemû Kurdan e. Niha Mesûd Barzanî ne tenê serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê ye. Mesûd Barzanî serokê hemû welatparêzên Kurdistanê ye.”

Dîroknas û siyasetmedar Dr. Nacî Kutlayê ku di doza 49an de hatiye darizandin û di rabirdû de alîkariya Serokê Giştî yê HADEPê kiriye dibêje, êdî Kurd ketine qonaxeke nû ji loma jî dibê hemû Kurdên cîhanê xwedî li başûrê Kurdistanê derkevin.

Dr.Naci Kutlay dibêje: "Bo Kurdan hilbijartin hatin çêkirin. Piştî ve otonomî çêbû îdarekê wisa navneteweyî hemû dinyayê başûr nas kir û hemû dinya niha dizanin. Ava tiştekî dîrokî û civakî ye. Divê em qedr û qîmeteke zêde bidin Başûrê Kurdistanê. Ez dibêjim îro demakî nû ye."

Parlamentoya Kurdistanê di sala 1992an de piştî encamdana yekem hilbijartina azad û dadwerî hatibû avakirin û hilbijartinên dawî jî bo xula pêncem a Parlementoya Kurdistanê di 30ê Îlonê de birêve çû.