Mescidî: Pêwendiyên me ligel YNKê bihêztir dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

Balyozê Komara slamî ya Îranê Îrec Mescidî ragihand, pêwendiyên wan li YNKê gelekî baş dibin. Li hemberê jî endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî ragihand, wan sûr ji bîr û baweriyên Mescidî wergirt p têgihêştin.

Şandeke komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî û ligel Konsolê Giştî yê Îranê yê li Hewlêrê serdana Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Piştî civînê Konsolê Îranê ji rojnamevanan ragihand, hevdîtina wan ligel Polîtburoya YNKê serkeftî bû, ku li ser pêwendiyên di navbera her du aliyan de di dema borî û dahatû de guftûgo kirin.

Balyozê Îranê amaje bi wê jî da, ku hevdem ligel serdana wî bo Herêma Kurdistanê, şandeke YNKê berve Komara Îslamî birê ket, bo danûstandinan li wir jî bi rê ve bibin.

Ji aliyê xwe ve endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî jî got, di hevdîtineke dostane de ligel Balyozê Îranê û Konsokê Giştî yê li Hewlêrê pêwendiyên di navbera YNKê û Îranê hatin gotûbêjkirin.

Mufti got jî; “Di civînê de bîr û baweiyên xwe derbarê hemû pirsan gotin û me nêrîna xwe vegotin.”

Muftî tekezî li ser wê yekê kir ku “Ji berê de Komara Îslamî ya Îranê dost û cîran e me ye, me bi hev re li dijî dictator xebat kiriye. Herwiha bi hev re hevkar bûne bo çareserkirina pirsgirêkan li navçê, Iraq û li Herêma Kurdistanê. ”