Civata Wezîran projeyasa ya çaksaziyê pejirand

Civata Wezîran projeyasa ya çaksaziyê pejirand û ji bo parlemana Kurdistanê dişîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Wezîran projeyasa çaksaziyê pejirand û ji bo parlemana Kurdistanê dişîn e.

Îro, bi serperiştiya , Serokê Hikumeta Herêma KurdistanêMesrûr Barzanî,  û  bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, civîna Civata wezîrên Herêma Kurdistanê kom bû.

Di civînê de, danûstandin derbarê reşnivîsa projeyasaya çaksaziyê li xanenişîn, mûçe, dermale, bexşîn û imtîyazatên din li herêma Kurdistanê hate kirin, ku beşek ji bernameya temam ya çaksaziyê di çarçoveya karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta herêma Kurdistanê ye.

Serokê civata Wezîran amaje bi wê yekê kir, ku çaksazî prosêsek berdewam e û di pêngavên bê de, tevahiya kertan  li xwe digre. Got jî, di destpêka destbikarbûn a Kabîneya Nehem de, wan soz da ye, vê projeyasayê bişînin Parleman û ev proje ya hemû aliyên beşdar di hkûmetê de ye û di çarçoveya berjewendiyên giştî û dadperweriyê de ye. Da zanîn ku tekez, dê xelkê hêja, mafên wan parastî bin.

Piştî danûstandinên pirr û berfireh liser yek bi yek, ji birgeyên projeyasayê û piştî cîgirkirina çendîn guhertinan, Civata Wezîran, bi tevahiya dengan projeyasaya çaksaziyê pejirand û ji bo Parlemana Kurdistanê dişîn e.

 

 

 

C.B