Pentagon: Gera esmanî li rojhilata Firatê gaveke girîng e

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, Amerîka û Tirkiyê yekem gera esmanî li esmana rojhilatê Firatê encam dan û ew yek bi gaveke girîng binav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, Amerîka û Tirkiyê yekem gera esmanî li esmana rojhilatê Firatê encam dan û ew yek bi gaveke girîng binav kir.

Berdevkê Pentagonê Sean Robertson ji ajansa “Anadolu” a Tirkî re ragihand, di çarçova kedên Navenda Operasyonên Hevbeş a avakirina herêma ewle de, generalekî Amerîkî û generalekî Tirkî bi helîkopterekê yekem gera çavdêriyê li esmana rojhilatê Firatê geriyan.

Sean Robertson bal kişand ser DAIŞê û got, wan gûmanên Tirkiyê yên di derbarê ewlekariya sinorên wan de çareser kirine û edî bicîhkirina vê rêkeftinê, dê rê li pêş derketina DAIŞê jî bigire.

Wezirê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî ragihandibû, Navenda Operasyonên Hevbeş a Tirkiye û Amerika ya ji bo herêma aram, dest bi karê xwe kir.

Roja 7ê Tebaxê Amerîka û Tirkiyê li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn ji wan jî Navnedeke Operasyonên Hevbeş bo hevahengî û avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê pêk bînin.

Washington kûrahiyê wê herêmê ji 5 ta 14 K.M dibîne, lê Tirkiye rijd e ku di navbera 40 – 40 K.M de be.

 

S. B