28 sal bi ser azadkirina Hewlêrê re derbas dibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Berî 28 salan xelkê Hewlêrê li dijî zordariya rêjîma Beis a Iraqê serî hildan û bajarê xwe azad kirin. Di roja azadkirina bajarê Hewlêrê de bi dehan çêrokên balkêş çê bûn, yek ji wan jî çêroka şehîdekî bi navê Xalid Nêrweyî ye, ku ji ber hezkirina bajêr navê Hewlêr li kurê xwe dike, lê beşê tirajedîk ê vê çêrokê ew bû, bavê wî canê xwe jidest dide.