Dadgehkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat paşxistin

Biryar bû îro Dadgeha Federalî ya Iraqê ji bo Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî rûnişta, lê ji bo 24 vê mehê hat paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar bû îro Dadgeha Federalî ya Iraqê ji bo Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî rûnişta, lê ji bo 24 vê mehê hat paşxistin.

Li dijî hildana Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî yên Kerkûkê, Tirkmenên bajêr gilî li dijî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî tomar kiribûn.

Biryar bû îro Dadgeha Federalî ya Iraqê ji bo doza Serokê Parêzgeha Kerkûkê biciviya. Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, ku rûniştina dadgehê bo 24ê vê mehê hate paşxistin.

Roja 28 Adarê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi komdengî biryar da Ala Kurdistanê li ser dam û dezgehên hikûmî yên Bajêr bêna bilindkirin, vê biryarê jî karvedanek ji aliyê beşek ji Tirkmen û Ereban û herwiha hin berpirsên bilind ên Iraqê bi xwe re anî.