NATO li dijî Îranê piştîvanîya xwe bo Emerîkayê ragehand

Sekretêrê giştyê Hevpeyaman Bakura Etlesî (NATO) ragehand: Em nîgeranîn ji çalakîyên têkderane yên Îranê û piştîvanîya wê bo tîrorê û têkdana rewşa deverê. Herweha giringe Îran ber bi daxwazîya Emerîka ve bihere bo danûstandin û gotûbêjan.

K24- Hewlêr

 Di kongireyeka rojnamevanî de, Yens Ştolntbêrg, sekretêrê giştîyê NATOyê Helwêsta NATOyê ragehand li ser girjîyên di navbera Emerîka û Îranê de û got: Hemû endamên NATOyê nîgeranin ji çalakîyên têkderane yên Îranê li deverê û nîgeranê pirograma Mûşekî û piştîvanîya wî welatîne bo giropên teroristî.

Herweha tekez kir: Hemû endamên NATOyê hevnerînin li ser wê yekê ku nabe Îran pirograma xwe ya navokî pêş bixe.

Got jî: Gelek giringe ku peyameka zelal ji alîyê Emerîkayê ve bo Îranê  hatîye şandin û amdene danûstandinan bikin û girjîyan kêm bikin. Çunku giringe Em li kendavê  xwe ji girjî û hilsengandinên şaş  dûr bixîn û gelek girine xwe ji rewşek xirabtir ji niha dûr bikîn.

Amaje bi wê yekê jî da ku Mark Êsper, wezîrê Berevanîya Emerîkayê di kombûnê de pişikdar dibe û zanyarîyan li ser rewşê dide endamên NATOyê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/811c518c-07bd-4a03-9e12-ba9a2184d595/062619VMW.ism/manifest