HSD red dike mûşek avêtibin nava xaka Tirkiyê

Derengê şeva bûrî 2 mûşek ji Rojavayê Kurdistanê bo nava xaka Tirkiyê hatin avêtin û hejmarek welatî birîndar bûn. HSD jî dibêje, ne wan avêtiye û ew lêkolînê di wê bûyerê de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derengê şeva bûrî 2 mûşek ji Rojavayê Kurdistanê bo nava xaka Tirkiyê hatin avêtin û hejmarek welatî birîndar bûn. HSD jî dibêje, ne wan avêtiye û ew lêkolînê di wê bûyerê de dikin.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, şeva bûrî 2 mûşek ji Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ve li bajarokê Serê Kaniyê ya Bakur ketin, yek ji wan mûşekan li malekê ket û di encamê de 6 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Wezareta Bergîriyê yê Tirkiyê da zanîn jî, wan bersiv daye û 7 baregehên HSDê topbaran kirine.

Di wê derbarê de Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriyêl ragihand, "Êvara roja Duşemê 22‘ê Tîrmehê topek ji aliyê kesên nenas ve ji hundirê Sûriyê bi aliyê bajarokê Ceylan Pinarê yê Tirkiyê ve hatiye avêtin, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.”

Peyvdarê HSDê got: Ev kiryar bi armanca derxistina tevliheviyê û ji aliyê kesên nenas ve hatiye kirin, ku dixwazin fitneyê çê bikin.

HSD û hêzên ewlehiyê ji bo naskirina kesên li pê vê bûyerên lêpirsîn dane destpêkirin. Hat ragihandin ku kesekî bergûman hatiye girtin.

 

S. B