Baregeha Hizbulaha Iraqî li Necefê hat şewitandin

Xwepêşanderên bajarê Necef a Iraqê baregeha ketîbeyên Hizbulaha Iraqî şewitand û deriyê sereke yê firokxaneya wî bajarî girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşanderên bajarê Necef a Iraqê baregeha ketîbeyên Hizbulaha Iraqî şewitand û deriyê sereke yê firokxaneya wî bajarî girtin.

Xwepêşandan û nerazîbûna xelkê Iraqê berdewam in û li bajarê Necefê, xwepêşanderan baregeha mîlîşyaya ketîbeyên Hizbulah bi temamî şewitand.

Hevdem jî, bi sedan xwepêşanderên din ên Necefê, deriyê sereke yê firokxaneya bajêr girt û agir li ser rê vêxistin. Beseke din ji xwepêşanderan jî fermangehên hikûmî daxistin, ta rêgiriyê li dewama fermanberan bikin.

Li Bexda û çend bajarên din jî, xwepêşander çalakiyên xwe berfirehtir dikin û nerazîbûna xwe nîşan didin.

Xwepêşanderên Iraqê daxwaza pêkanîna hikûmeteka bihêz û encamdana çaksaziyên temam di desthelata sîyasî, rêveberî û aborîyê de dikin.

 

S. B