Trump gefên tund li Siûdiyê dike

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku ewê bi tundî Siûdiyê siza bidin, heger desthilatdarên wî welatî li pişt nebedîbûna Cemal Xaşuqçî bin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku ewê bi tundî Siûdiyê siza bidin, heger desthilatdarên wî welatî li pişt nebedîbûna Cemal Xaşuqçî bin.

Ajansa AFP ya nûçeyên Firensî ji ser zimanê Serokê Amerîka eşkerekir, ku Amerîka wê bi tundî Siûdiyê siza bide, heger hat û destên berpirsên Siûdî di pirsa nebedîbûna Xaşuqçî de hebe.

Ev daxuyaniyên Serokê Amerîka di demekê de ne, ku berî niha berpirsên Koşka Sipî ragihandibûn ku Amerîka li gel berpirsên pilebilind ên Hikûmeta Siûdiyê di pêwendiyê de ne, heya ku sedemên nebedîbûna wî rojnamevanî eşkere bibin.

Rojnamevanê navdar yê Siûdiyê Cemal Xaşuqçî, ku dijberiya Hikûmeta welatê xwe dikir, di roja 2ê vê mehê de, li kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê nebedî bû û guman hene ku Hikûmeta Siûdiyê ew di nav avahiya kunsulxaneya xwe de kuştibe.

N.O