Hizbullah a Lubnanî di lîsteya terorê ya Ingilistanê de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Gencîneya Ingilistanê dorpêçên xwe biser Hizbullah a Lubnanî berfereh kirin, û tevayiya xebat a Hizbullah xist listeya terorê de.
Wezareta Gencîneya Ingilistanê bi biryarekê beşê siyasî yê Hizbullah jî, wekî rêxistina terorê pênase kir. Berî niha, tenê beşê çekdar ê Hizbullah di listeya terorê de bû, lê niha Konseya Cihad û Desteya ewleyî ya Derve jî girêdayî Hizbullah xist lista xwe ya terorê de. Bi vî awayî, tevayiya hebûnên darayî yên Hizbullah li Ingilistanê tên cemidandin.
Hizbullah a ku di sala 1982an de bi piştgiriya Îranê hate damezrandin, ji alî Tehranê ve, wekî aliyek girîng ji“Bereya Berxwedanê” jî tê pênase kirin.
C.B