Şandeke bijîşkî ya Nemsayî penaberên nexweş çareser dike

Du roj in şandeke bijîşkî ya welatê Nemsayê ku ji komeke bijîşkên Kurd û Nemsayê pêk tê, hatiye Herêma Kurdistanê û bi hevkarî bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re alîkariyê bi koçberên Herêma Kurdistanê re dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Du roj in şandeke bijîşkî ya welatê Nemsayê ku ji komeke bijîşkên Kurd û Nemsayê pêk tê, hatiye Herêma Kurdistanê û bi hevkarî bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî re alîkariyê bi koçberên Herêma Kurdistanê re dike.

Serokê Rêxistina Bijîşkî ya Kurdî û Nemsayî Dr. Bêkes Derwîş ji K24ê re ragihand: Em komek ji bijîşkan e û 5 rojan li Kurdistanê dimînin, me bireke mezin ji pêwîstiyên bijîşkî bi xwe re aniye û serdana kampên koçberan ên her du parêzgehên Hewlêr û Duhokê dikin û hejmareke mezin ji nexweşan dibînin.

Wek Dr. Bêkes amaje pê kiriye, ev ne cara yekem e serdana Herêma Kurdistanê dikin, berê jî wan çend caran derman û pêwîstiyên bijîşkî anîne Herêma Kurdistanê.

Di vê derbarê de, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, ew şande ji komeke bijîşkên pispor pêk tê û rêjeyeke baş ji dermanan bi xwe re anîne.

Ragihand jî, ev cure hevkarî, alîkariyeke mezin dide me, ji ber ku ji destpêka hatina koçberan bo Herêma Kurdistanê, bi berdewamî pirsgirêka kêmî û xirapbûna koalîtiya dermanan hebûye.

Amaje bi wê jî da, hikûmeta Iraqê ti alîkarî pêşkêşî beşeke mezin a koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê ne nekiriye û rêxistinên navdewletî jî hevkariyên gelekî kêm kirine, ji ber wê hatina vê şanda bijîşkî, xizmeteke baş ji penaberan re di vê qonaxê de dike.

 

 

S. B