Mele Bextiyar: Em rijd in li ser normalkirina rewşa Kerkûkê

Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Mele Bextiyar) ragihand, ku ew rijd in li ser bidawîkirina hukmê serbazî û normalkirina rewşa Kerkûkê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Mele Bextiyar) ragihand, ku ew rijd in li ser bidawîkirina hukmê serbazî û normalkirina rewşa Kerkûkê.

Nivîsgeha Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya YNK di daxuyaniyekê de, ragihand ku Mele Bextiyar di civînekê de li gel sekretariyet û berpirsên komisyonên civatên navendî yên YNK ragihandiye, ku YNK û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyaseteke sengîn û berpirsane beramberî rewşa niha ya Kerkûkê û danûstendinên li gel aliyan ji bo pêkanîna Hikûmeta bê ya Iraqê birêve dibin.

Eşkere jî kir, ku YNK li gel PDK, wê bi yek bakêcê biçin Bexdayê û danûstandinan bikin.

Li gorî wê daxuyaniyê, heya niha ti rêketin di navbera herdu aliyan de çênebûye, lê YNK li ser bidawîkirina hukmê serbazî û bicîkirina hukmê medenî û şandina hêzên hevbeş û normalkirina rewşa Kerkûkê.

N.O