Qeyûmê Mêrdînê 187 karker ji kar avêtin

Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê Mustafa Yaman 187 karkerên Şaredariyê ji kar avêtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê Mustafa Yaman 187 karkerên Şaredariyê ji kar avêtin.

Hat ragihandin, Parêzgerê Mêrdînê Mustafa Yaman ku cara duyem bûbû Qeyûmê Şaredariya Mêrdînê berî çend rojan 150 karkeran û niha jî 37 karkerên din jî ji kar avêtin. Bi vî awayî hejmara karkerên ji kar hatine avêtin gihişt 187 kesan.

Endamê Sendîkaya DISK Salih Dogrul dibêje, gef û fişareke mezin ji aliyê saziyên AK Partiyê li ser karkerên hîna nehatine avêtin jî tê kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di 19ê Tebaxê de Şaredarê HDPê yê Mêrdînê Ahmet Turk ji kar dûr xistibû û Parêzgerê Mêrdînê wekî qeyûm erkdar kiribû.

 

S. B