HNKS/Pêşverû: Divê hemû alî bibin hevbeşê biryara siyasî

Li ser destpêşxeriya KNK, Rêveberiya Xweser derfetê dide partiyên bê muhletên kar da nivîsgehên xwe vekin. Aliyên siyasî yên ji derveyî ENKSê vê biryarê bi giringî dinerxînin û tekez dikin ku pêwîst e hemû alî bibin hevbeşê biryara siyasî di Rojavayê Kurdistanê de.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser destpêşxeriya KNK, Rêveberiya Xweser derfetê dide partiyên bê muhletên kar da nivîsgehên xwe vekin. Aliyên siyasî yên ji derveyî ENKSê vê biryarê bi giringî dinerxînin û tekez dikin ku pêwîst e hemû alî bibin hevbeşê biryara siyasî di Rojavayê Kurdistanê de.

Piştî navbênkariyekê ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), Encûmena Zagonsaz biryar da, partiyên muhleta kar wernegirtine dikarin nivîsgehên xwe vekin, bi wê yekê jî partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd dê bi azadî kar li Rojavayê Kurdistanê bikin. Hin aliyên siyasî ku ne di nava ENKS`ê de ne dibînin ku biryara Rêveberiya Xweser gaveke giring e ber bi avakirina yekrêziyeke Kurdî ve, dozê ji jî partiyên ENKS`ê dikin ku vê gavê li ber çavên xwe bigirin û ew jî ji aliyê xwe ve gavina ber bi Rêveberiya Xweser ve bavêjin.

Serkirdê di Hevbendiya Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê de (HNKS) Salih Gedo ji K24ê re wiha axivî: “Me hemûyan gefên dewleta Tirkiyê bi cidî standiye û tev wan hevalan em bi hev re karibin li pêşiya van gefan bisekinin û em bi hevdu re jî çi di warê dîplomasî de çi di warê piştgîriya şervanên xwe de û em miletê xwe têbigihînin ku tekrêz bin. Herwiha em bi hev re jî têkliyên baş bi pêkateyên din ên herêmê re çê bikin.”   

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) yek ji partiyên ku xwedî destpêşxeriyeke lihevhatinê ye, serkirdên wê biryara Rêveberiya Xweser bi giringî dinerxînin û li ser wê yekê tekez dikin ku pêwîst e ev gav bi hin karên din berdewam bibe, nemaze ji aliyê beşdarbûna hemû aliyan di pejirandina biryara siyasî de, herwiha pişguhxistina hemû pirsgirêkên berê ku dibûn rêgir li pêş çi lihevhatinê.

Endamê Polîtburoya Pêşverû Faris Osman ji K24ê re got: “Em hîna li ser destpêşxeriya xwe kar dikin em wek partiya Pêşverû jî di wê baweriyê de ne emê gavinan bavêjin. Em bi hêvî ne jî KNKê û nûnerên wê li Sûriyê karbin xwe nêzîkî partiyên Kurdî bikin û rê vekin ku em bibin hevbeşê biyara siyasî di rewşa şer û aştiyê de, wê demê emê biser bikevin û emê miletê xwe biparêzin.”

Di heyama 2 rojan de yekemîn encamên destpêşxeriya kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) hatine diyarkirin û her li gorî destpêşxeriya KNK pêşbîn e girtiyên siyasî jî di nêzîk dem de serbest bêne berdan.