Mesrûr Barzanîpeyamekê arasteyî Yekîtiya Zaneyên Ola Îslamî a Kurdisanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Zaneyên Ola Îslamî a Kurdisanê dike û bi boneya salvegera damezrandina wê, pîrozbahiyê li serok û Nivîsgeha Cibicîkar a wê yekîtiyê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: “Bi boneya 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zaneyên Ola Îslamî a Kurdisanê, germtirîn pîrozbahî li we dikim. Yekîtiya Zaneyan ku roja 21ê Îlona 1970 bi şêweriya Cenabê Barzaniyê Nemir hat damezrandin, roleke diyar di xizmetkirina ola Îslamê û tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de girte ber û di rûbirûbûna hizra tundrewî, terorê, hişyarkirina civakê û belavkirina peyama miyanrew de cihê destên wan diyar e.

Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwast ev salvager bibe handereke din ji bo piştevaniya zêdetir ji pirsên niştimanî re.

S. B