Malîkî: Bi alîkarîya Îranê bersiva Îsrayîlê didîn

Nûrî Malîkî, serokê Heveymanîya Dewleta Yasayê ragehand: Dûr nine Îsaryîlê burdûmana cibexaneyên Heşda Şeibî kiribe, belê eger ev yek bi temamî zelal bibe, em bêdeng nabîn û bi alîkarîya Îranê berswiva Îsrayîlê didîn.

K24- Hewlêr

Malîkî aşkera jî kir, hejmara durist a wan cibexane û serbazgehên burdûmankirî nehatîne aşkerakirin, di demekê de zêdetir ji 12 pêgehan hatîne teqandin.

Ev di demekê de ye, rojnameya Niyoyork Taimiz, li ser zimanê çend berpirsên ewlakarîya Îsrayîl û Emerîkayê aşkera kirîye, ku fierokeyên cengîyên Îsrayîlê cibexaneyên Heşda Şeibî li Îraqê kirîne armanc, bi egera wê yekê ku Îran evan cibexaneyan bikar dihîne bo helgirtina çek û teqmenîyan û dûv re jî bo Suriyê diveguhêze.

Pisa hêrşkirina ser cibexaneyên Heşda Şeibî, bûye mijareka gerim a Îraqê. Hikuemt daxwaza paraztina serewerîya welatê xwe dike û Îran gefa dike. Îsrayîl jî rijte li ser hêrişkirinê bo ser her bingeheke Îranê ku  bi gef bizane li ser welatê xwe.