Putin û Erdogan derbarê Lîbya civîyan

Serokên Tirkiya û Rûsiyayê di çarçove ya kongireya Berlînê de civyan û dan xuyakirin, wek gava destipêkê raghandina agirbesta Lîbyayê girîng dibînin.

K24- Hewlêr

Serokên Tirkiya û Rûsiyayê di çarçove ya kongireya Berlînê de civyan û dan xuyakirin, wek gava destipêkê raghandina agirbesta Lîbyayê girîng dibînin.

Serokomarê Tirkiyê, Receb Teyîb Erdogan û serokê Rûsiyayê Viladîmêr Putin li Berlînê civyan. Wezîrên derve yên welatan jî beşdarî civînê bûn.

Erdogan di civînê de da xuyakirin, yê nêzîkî agirbestê nebûye Xelîfe Heftere û behsa girîngîya agirbest û destipêkirina pêvajoya sîyasî kir. Putin jî da xuyakirin, di vê destipêkê agirbesteke berdewam hebe û behsa girîngîya dîyaloga alîyan kir.