Bi vîdyo..Dayikeke Kurd hawar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Jineke Kurd a ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê ji Serê Kaniyê koçber bûye dibêje, şîr nîn e bide zarokên xwe û hevjînê wê jî di şer de ye û çend rojan ve agahdarî jî wî nin in.
Ew dayika Kurd ku zaroka xwe xistiye hembêza, bi girî dibêje: Tawana vê zarokê çi ye, heta wiha lê hatiye. Bila mîna Efrînê li me neyê, bila namûsa me neçe.
Dibêje jî: Ketin Kobanê xwediyên min hemû serjêkirin û ji bilî van du zarokan ji min re neman.
Herwiha ji Kurdên bakur re dibêje: Dengê me bibihîsin û rabin ser xwe, cegera me şewitî ye û nizanin kû ve biçin?
Îro roja çarem e Artêşa Tirkiyê gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê yên li rojhilatê Firatê bombebaran û topbaran dike, ji ber vê yekê jî hejmarek welatiyên sivîl bûne qurbanî û bi hezaran kes koçber bûne.
Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand, ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên Îslamî de, zêdetir ji 190 hezar welatiyên sivîl koçber bûne û rêxistinên mirovî û navdewletî li hember vê pêla koçberiyê xemsar in.