Al-Akhbar: Tirkiye mafê hevwelatiyê da 800 çalakvanên Brayên Musilman

Rojnameya Lubnanî Al-Akhbar liser zarê berpirsek Tevgera Brayên Musilman (Îhwan el-Musilmîn) diyarkir, ku berpirsên serkirde de jî dinav de, herweha çalakvanên genc – 800 endamên wan hevwelatîtiya Tirkiye wergirtin e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Lubnanî Al-Akhbar liser zarê berpirsek Tevgera Brayên Musilman (Îhwan el-Musilmîn) diyarkir, ku berpirsên serkirde de jî dinav de, herweha çalakvanên genc – 800 endamên wan hevwelatîtiya Tirkiye wergirtin e.

Ligor heman jêderî, wan komîteyek avakiriye û endamên Brayên Musilman ên ku dixwazin hevwelatiya Tirkiye werbigirin, dikarin serî li vê komîteyê bidin.

Ev endamên Îhwan li Tirkiye dikarin, ji hemû mafên hevwelatî mfayê jî werbigirin. Jêder diyar kiriye, ku piştî wergirtina mafê hevwelatî, ew kes dibin endamên AK Partî…

 

 

C.B