Adil Ebdulmehdî: Tehran û Waşitun vîyana şerî nîne

Serok wezîrên Îraq, Adil Ebdulmehdî ragehand: Tehran û Waşitun vîyana şerî nîne.

K24- Hewlêr

Serok wezîrên Îraq, Adil Ebdulmehdî ragehand: Tehran û Waşitun vîyana şerî nîne.

Serok wezîrên Îraqê, evro Sêşembîyê got: Emerîka û Îranê nevên şer rû bide û Îraq jî hewl dide herdû alîyan bigehîne hev.

Adil Ebdulmehdî, xuya jî kir, Îran û Emerîka neyarên hev in, lê her yek ji wan bi arasteyekê hevpeymanên  Bexdayê ne. lew Bexdayê divêt rol hebe li xavkirin a girjîya di navbera herdû alîyan de.

Tekez jî kir hikumeta Îraqê bi awayek rêkûpêk  di peywendîyê de ye ligel herdû alîyên nakok.

Bi egera gefên Emerîkayê û sepandina sizayên abûrî bi ser Îran re û rêgirtin ji wê yekê ku Îran petrola xwe bişne bazarê cîhanê û hevdem şandina girgemî ya serbazî bo ava kendavê, girjî kevtîye di navbera Emerîka û Îranê de.

Çavkanî: Royterz