3 kolberên Kurd ji ber sermê canê xwe jidest dan

Li bilindahiyên Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd ji ber sermê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bilindahiyên Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd ji ber sermê canê xwe jidest dan.

Malpera Rêxistina Mafên Mirovan “Hingaw” belav kir, duhî hejmarek ji kolberên Kurd li bilindahiyên “Kaniya Xwedê” li Pîranşarê ji ber sermê asê mabûn, 3 kolberan canê xwe jidest dan û 2 kolberên din jî ji aliyê xelkê ve hatin rizgarkirin.

Termê her sê kolberan Husên Şamihzade, Sîrwan Peşeng û Yûsif Cesûrî hatin dîtin û bo nexweşxaneya Pîranşarê hatin veguhastin.

Xelkê navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê ji ber hejariyê nerçar dibin karê kolberiyê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re di riyên dijwar re û di berf û sermê de bikin.

Ji ber barîna berfeke zêde li sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, çûnûhatina hêzên çekdar ên Îranê asteng bûye û vê yekê kir ku karê kolberiyê zêde bibe.

Kolberekî berî çend rojan ji K24ê re axivîbû û got: “Carê 30 – 35 kîloyan li kolên xwe bar dikin. Di berf û sermê de di riyên dijwar re dimeşin. Hin caran kolber dikeve xwarê û dest û lingên wî dişike, em ji bo pariyê vê zehmetiyê dikişînin.”

 

 

S. B