Lêkolîner û nivîskarê Kurdistanê Ahmet Kasimoglu çû ber dilovaniya xwedê

Lêkolîner û nivîskarê bakurê Kurdistanê Ahmet Kasimoglu çû ber dilovaniya xwedê.

K24- Hewlêr

Lêkolîner û nivîskarê bakurê Kurdistanê Ahmet Kasimoglu çû ber dilovaniya xwedê.

Ahmet Kasimoglu demek dirêj bû nexweşê şêrpenceya kezebê bû û 2 hefteyên dawî li Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Diyarbekirê dihat dermankirin. Hat zanîn îro çûye ber dilovaniya xwedê û li gundê Çilkaniya bi ser Çêwlikê hate veşartin.Ahmet Kasimoglu lêkolînereke navdar bû. Wî di encama lêkolîn û xebata 14 salan de ferhenga riwêkan amade kiribû. Herwiha li ser zaraveya zazakî jî xebatekî berbiçav kiribû û di qada tevgera rizgarîxwaz a netewî ya bakurê Kurdistanê de jî kesayetek navdar bû.