Keşeyekî Ermenan û bavê wî hatin kuştin

Hejmarek çekdaran teqe li Keşeyê Kenîseya Kasolîk a Ermenan ya bajarê Qamişlo û bavê wî li nêzîkî bajarê Dêrazorê kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek çekdaran teqe li Keşeyê Kenîseya Katolîk a Ermenan ya bajarê Qamişlo û bavê wî li nêzîkî bajarê Dêrazorê kuştin.

Peyamêrê K24ê, îro danê sibê grûpeke çekdar li nêzîkî bajarê Dêrazorê êrîşî ser otombîla li Keşeyê Kenîseya Katolîk a Ermenan ya bajarê Qamişlo Hene Îbrahîm Pîdo û bavê wî kirin û ew herdu bi guleyan kuştin.

Peyamnêrê ma da zanîn, di dema ku berê wan li bajarê Dêrazorê bû ji bo nûjenkirina kenîseya Ermenên Katolîk li Dêrazorê, Hena û bavê xwe ji aliyê grûbek çekdar a nenaskirî ve, hatin gulebarankirin û canê xwe jidest dan.

Piştre bûyerê, DAIŞê berpirsatiya xwe di ber kuştina keşe û bavê wî de ragihand.  

 

S. B