Fiansa: Ti guman nemaye.. vegerana Daişê misogere
K24- Hewlêr
Îdwar Fîlîp, serok wezîrên Fiansayê tekez kir, biryarên Emerîka û Tirkiyê derbarê bakûra Suriyê encamên kavilkar û karesatkar bi dûv xwe re dihîne û bicihkirina wan biryaran jî jibilî misogerkirina vegerana Daişê bo Suriya û Îraqê ti encamke dî jê çê nabe.
Derbarê bersiva perlemana welatê xwe jî, Fîlîp got: Guman ji vegeran Daişê bo bakûra Suriyê nîne û egerek mezin jî heye veger bakûra rojavaya Îraqê.
Serok wezîrên Firansayê, tila tuhmetê bo Waşintunê dirêj kir, ku li gor axivtina wî, Emerîkayê rê bi hêrişa Tirkiyê daye û bi biryara Emerîkayê bo vekişandina hezar serbazên xwe ji Suriyê bi awayeke yekalî alîkarîya Enqereyê kirîye.