Li Wanê 9 endamên civatên şaredariyan ji kar hatin dûrxistin

Li sê şaredariyên bajarokên Wanê, neh endamên civatên şaredariyê yên HDPê ji kar hatin dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li sê şaredariyên bajarokên Wanê, neh endamên civatên şaredariyê yên HDPê ji kar hatin dûrxistin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li sê şaredariyên bajarokên Wanê yên wekî Tuşba, Edremît û Çaldiranê 9 endamên civata şaredariyê yên HDPê ji kar dûrxistin.

Di encama hilbijartinên 31ê Adarê de li van her sê şaredariyan; Tuşba, Edremît û Çaldiranê HDPê biser ketibû, lê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê erkê şaredariyê nedabû HDPê û dabû namzetê serkeftî yê duyemîn ê AK-Partiyê.

Ev yek di demek ê de ye, roja 19ê vê mehê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê şerdarên HDPê yên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê ji kar hatibûn dûrxistin û qeyûm li şûna wan erkdar kiribûn.

 

S. B