Rêveberiya Xweser: Zêdetir ji 190 hezar kes koçber bûne

Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand, ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên Îslamî de, zêdetir ji 190 hezar welatiyên sivîl koçber bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand, ji encama êrîşên artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên Îslamî de, zêdetir ji 190 hezar welatiyên sivîl koçber bûne.

Rêveberiya Xweser di wê derbarê de li rûpela xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir, ji encama armanckirina xelkê sivîl ji aliyê artêşa Tirkiyê ve û bombebarana gund û bajaran, zêdetir ji 191 hezar û 69 kesan mal û milkên xwe bicih hîştin û koçber bûn.

Herwiha amaje bi wê kir, li Dêrikê li rojhilat û ta Kobanî li rojava, pêla koçberan rojane zêde dibe, ligel wê jî rêxistinên mirovî yên navdewletî çalakiyên xwe rawestandine û karmendên xwe vekişandine. Herwiha rêxistinên navdewletî yên ser bi Netewên Yekgirtî ve jî ji ber pabendbûna wan bi rênimayên bîrokratî û arasteyên Şamê dereng dimînin.

Ragihand jî, berî dagîrkeriya Tirkiyê nêzîkî milyonek koçber ji hemû navçeyên Sûriyê li herêmên dijiyan, vê yekê jî fişareke zêde çê dike, ligel ku ev herêm pêştir rastî piştguhkirinê di warê xizmetguzariyan ve tê, ev herêm bi karesateke mirovî re rûbirû ye.

Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinên mafên mirovan dike, bi erkên xwe rabin û dagîrkiriya Tirkiyê rawestînin, berî ku krîza mirovî zêdetir aloz dibe.

 

S. B