Welatîyek li ser Burdûmana Tirkiyê bo bingehên PKKyê: Min burdûmana weha tenê di filman de dîtîye

Burdûmanên Tirkiyê bo ser bingehên PKKyê li qontara Qndîlê, heya dihêt zêdetir û dijwartir dibe. Bi egera wê yekê jî pişkek ji gundên deverê hatin çolkirin.

K24- Hewlêr

Burdûmanên Tirkiyê bo ser bingehên PKKyê li qontara Qndîlê, heya dihêt zêdetir û dijwartir dibe. Bi egera wê yekê jî pişkek ji gundên deverê hatin çolkirin.

Ebdullah Ehmed, welatîyekê gundê Bolê ye ku nêzîk bûye ji wê burdûmana 19yê evê mehê ya gundê wan û yeke ji 5 birîndarên ewê burdûmanê û niha piştî neştergerîyê hêj li naxweşxaneyê maye û şok bûye û dibêje: Hêrişa evê carê bi awayekê wêranker bûye ku min burdûmana weha tenê di filman de dîtîye.

Herweha ebdulrehman Hesen, ku welatîyekê dî yê deverê ye bo Kurdistan 24 tekez kir, bi egera nêzîkîya bingehên PKKyê ji gundan û rez û baxên welatîyan, xelik nekare vegrin gundên xwe û tim di tirs û nîgeranîyê de ne. gelek caran jî bi egera burdûmana PKKyê ji alîyê Tirkiyê ve, jîyana gundîyan kevtîye di metirsîyê de.

Her li ser evê mijarê, Nehro Ebdûllah, rêvebrê nahye ya Sengeser dibêje: Niha gund wek berê ne avedanin û heya dihê gund şol dibin û kertên geştyarî û çandinê jî ber bi lawazîyê diçin.

Beranber bi salên burî hejmara burdûmanên supayê Tirkiyê bo ser bingehên PKKyê li deveerên sinûrîyên Herêma Kurdistanê gelek zêde bûne. Heftîyane çend caran hêriş dihên kirin bo ser baregehên PKKyê li qontara Qndîlê.

Niha gundîyan yek xwaztek heye, ew dûrkevtina PKK ye ji nêzîk gundan û her ev xwaste jî  xwazta hikumeta Herêma Kurdistanê ye û di destpêkê evê heftîyê de daxwaz ji Tirkiyê û PKK kir, êdî xelkê sivîl bi agirên wan neşewitin.