Amerîka dixwaze Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê zû were pêkanîn

Amerîka: Em pîrozbahiyê li hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê dikin û hemû aliyan han didin bi zûtirîn dem Hikûmeta nû pêk bînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert, derbarê hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê ragihand, ku ew pîrozbahiyê li hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê dikin û hemû aliyan han didin bi zûtirîn dem Hikûmeta nû pêk bînin.

Heather Nauert di kongirekî rojnamevanî de, bersiva Kurdistan24ê da û got: Em pîrozbahiyê Herêma Kurdistanê dikin û piroseya demokratî li her cihekî giring e.

Nauert diyar kir, ku ew pîrozbahiyê li gelê Herêma Kurdistan dikin, ku beşdarî di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de kirin û piroseya dengdanê xaleke giring e ji hemû civakên demokrat re û niha jî ew li bendî ragihandina encamên fermî ne û got: Em ji nêzîk ve çavdêriya wê pirsê dikin.

N.O