Baroyên Parêzeran: Dê ji bo grevên birçîbûnê, gav werin avêtin

Nûnerên Baroyên Parêzeran ên bakurê Kurdistanê gotin: Dê ji bo grevên birçîbûnê, gav werin avêtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerên Baroyên Parêzeran ên bakurê Kurdistanê gotin: Dê ji bo grevên birçîbûnê, gav werin avêtin.

Serokên  Baroyên 7 Bajarên Bakurê Kurdistanê, serdana Serokê Parlamena Tirkiyê Mustafa Şentop kirin û babeta grevên birçîbûnê û rêyên çareseriyê, gotûbêj kirin.

Hevdîtin bi şêwazeke girti pêk hat û paşê parêzeran daxûyaniyek da û geşbîniya xwe derbirin.

Nunerên Parêzeran dan zanîn, wan ji Serokê Parlamenê re gotiye, ew naxwazin mirin rû bidin, rêyek çareseriyê ji Serokê Parlamenê, daxwaz kirin e.

Serokê Parlamenê jî daye zanîn, li ser daxûyaniya Wezirê Dadê, ew dixwazin çalakî werin bidawî kirin.

 

 

C.B