Mesrûr Barzanî: Derfetek ji bo rastkirina proseya siyasî ya Iraqê li holê ye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Hevrêzkarê Karûbarên Nivîsgeha Balyozxaneya Norwc li Iraqê kir û di hevdîtinekê de ragihand, derfetek ji bo rastkirina proseya siyasî ya Iraqê li holê ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Hevrêzkarê Karûbarên Nivîsgeha Balyozxaneya Norwecê li Iraqê kir û di hevdîtinekê de ragihand, derfetek ji bo rastkirina proseya siyasî ya Iraqê li holê ye.

Îro 05.12.2018ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li karbidestê karûbarê ofîsa balyozxaneya Norwecê ya Iraqê Rewar Hogisdal kir.

Di hevdîtinê de hejmarek babetên girêdayî rewşa navçeyê bi giştî û peyvendiyên dualî yên di navbera herêma Kurdistanê û Norwecê yên hemû aliyan ve hate gotûbêj kirin.

Herwaha di hevdîtinê de proseya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê û proseya siyasî ya Iraqê hate guftûgo kirin. Vê derbarê de Mesrûr Barzanî amaje bi serdana serok Barzanî ya Bexdayê û asoya peyvendiyên di navbera Bexdayê û Hewlêrê kir û ragehand, derfetek baş bo rastkirina proseya siyasî ya Iraqê li holê ye û diyar kir, ku di vê babetê de pêwîstiya Bexdayê û Hewlêrê bihev heye. Herwaha amaje bi wê yekê jî kir ku ji nedîtî hatina bicîhanîna madeyên destûrê û kêmasiyên projeya budceya Iraqê li hember mafên herêma Kurdistanê ye.

Li beranber de karbidestê karûbarê ofîsa balyozxaneya Norwecê ya Iraqê, spasiya Mesrûr Barzanî kir, ku derfetek ava kiriye û pîrozbahî lê kir ku bûye namzed bo serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê û pêşketina zêdetir bo herêma Kurdistanê xwest. Herwaha amadebûna welatê xwe jî nişanda bo pêşxistin û bilind kirina asta peyvendiyan û berfireh kirina alîkariyan û piştevaniyê bo hikûmeta herêma Kurdistanê.

Hogisdal jî alîkarî û asankariyên herêma Kurdistanê yên ji bo tîmên welatê xwe jî bilind nirxand û kurteyek ji kar û çalakiyên mirovî û astengiyên li pêş proseya ava kirinê, bi taybet jî li Nînowa, herwaha rola welatê xwe li hevpeymaniya cîhanî ya dijî DAIŞê teqez kir, ku ew di wî şerî de berdewam dibin.