Qymeqamê Kerkûkê hate desteserkirin

Li ser sikala ya rêveberîya werziş û Xortên Kerkûkê, Felaha Xelîl Qaymeqamê sepandîyê Kerkûkê li bingeha Qorîye ya Kerkûkê hate desteserkirin.ç

K24- Kerkûk

Li ser sikala ya  rêveberîya werziş û Xortên Kerkûkê, Felaha Xelîl Qaymeqamê sepandîyê Kerkûkê li bingeha Qorîye ya Kerkûkê hate desteserkirin.ç

Çavkanîyeke polîsên Kerkûkê bi Kurdistan24 ragehand, li taxa Tisiîn a Kerkûkê piştî 16yê Oktoberê, hejmareke xanîyan li ser zevîya Werziş û Xortan hatîye duristkirin, piştî haydarkirina Qaymeqamê Kerkûkê bi nehêlana zêderûyan, lê qymeqamî ev erk bicih ne anî û di beranebr de wê rêvebrînîyê sikala li ser wçî tomar kir û bi fermana dadwerî hatîye desteserkirin.

Necat Husên, Serokê komîtey destpakîyê di Civata Parêzgeha Kerkûkê de, nûçeya desteserkirina qymeqamê Kerkûkê bo Kurdistan 24 tekez kir, lê red kir ku ti peywendî bi gendelîyê ve hebe wek ku di torên civakî de hatîye behiskirin.

Got jî: di demke dî de zanyarîyan li ser  desteserkirina Qaymeqamê Kerkûkê aşkera dikîn.

Posta Qaymeqamê Kerkûkê, pişka Kurde û niha ji alîyê turkmanekê ve dihêt birêvebirin, wek posta parêzgarî û zêdetir ji 50 postên din ku piştî 16yê oktoberê ji Kurd hatîne wergirtin.