Li Qersê 12 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê operasyonek li ser hejmarek malên welatiyan de hat kirin û 12 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê operasyonek li ser hejmarek malên welatiyan de hat kirin û 12 kes hatin binçavkirin.

Operasyona serdagirtina malan de, taybet di ser malên endamên Komeleya Mafê Mirovan û HDPê de, hat encam dan. Rêveberên HDPê jî nav de, 12 welatî hatin binçav kirin.

Di nav kesên hatin binçavkirin de, polisan Seroka Komeleya Mafê Mirovan ya Qersê Guldane Kiliç û Rêveberê HDPê yê Qersê Nurîye Ekmen jî binçan kirin. 

Hate ragihandin, di dema serdagirtina malan de polis û leşkeran dergehên malan şikandine û ketine nav malan.

Endamên HDPê û Komeleya Mafê mirovan yên hatine binçavkirin, di avahiya asayişa bajêr de hatine girtin.

 

S. B