Zebarî: Hukimet divê di demek nêz de were pêkanîn

Endamê Politburo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî destnîşankir, ku Hukimeta nû ya herêma Kurdistanê dive zû were danîn û danûstandin ji bo pêkanîna hukimeta berdewam in

K24- Navenda Nûçeyan

Endamê Politburo yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zebarî destnîşankir, ku Hukimeta nû ya herêma Kurdistanê dive zû were danîn û danûstandin ji bo pêkanîna hukimeta berdewam in.

Hoşyar Zebarî piştî civîna ligel Tevgera Goran agahî dan medyayê û diyarkir: Liser pirsên sereke ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran têgihiştinek di navbeyna aliyan de heye. Ligel Goran biryara pêkanîna du komîteyan hate dan. Yek ji wan komîteyan dê liser bername û nexşerêya kabîneya nû û ya din jî, dê liser erkê kes û aliyên di kabîneyê de cîh bigrin, raweste.

Zebarî herweha anî ziman, ku “Demek dirêj bi ser hilbijartinê ve derbas bû ye û di civîna me ligel YNK de carek din hate tekez kirin, ku hukimeta nû divê di demek nêz de were pêkanîn”.

 

 

C.B