ENKS: Ji bo Efrînê li ser asta navdewletî û navxweyî kar dikin

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re ragihand, ENSKê ji destpêkê ve helwesta xwe ji êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê diyar kir û li dijî wê êrîşê derket.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re ragihand, ENSKê ji destpêkê ve helwesta xwe ji êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê diyar kir û li dijî wê êrîşê derket.

Mihsin Tahir diyar kir jî, ENKSê li ser du astan kar kir ji bo rawestandina êrîşa li ser Efrînê, ku li ser asta navdewletî şanda ENKSê ya Pêwendiyên Derve serdana Amerîka kir û di piştre dê serdana Fransa û hin welatên din bike, ji bo rawestandina wê êrîşê. Herwiha li ser asta herêmî û navxweyî jî gelek çalakî kirine.

Mihsin Tahir got jî, êrîşa li ser Efrînê bi planeke Tirkî û Rûsî dest pê kir û rêjîma Sûriyê jê ne dûr e û Amerîkî bêdeng e, ji ber wê ENKSê neçar e tenê di aliyê dîplomasî ve tev bigire.

Herwiha got jî, ku armanca êrîşa Tirkiyê Kurd têk bibe û herêmên Kurdî ji hev cuda bike û nakokiyan di navbera pêkhateyên Sûriyê de gur bike, ji bo projeya Kurdî li Sûriyê têk bibe.

Li ser yekrêziya ligel PYDê de, Mihsin Tahir got, ta niha PYDê bi tena serê xwe karên leşkerî dike, loma ew wek ENKSê jî bi tena serê xwe karên lojestîk dikin.

 

S. B