Daxuyaniyek ji Dezgeha Kurdistan24ê ve

Rêveberiya Dezgeha Kurdistan24ê derbarê girtina nivîsgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye: Astengkirina karê me ji aliyê Îdareya Rojavayê Kurdistanê ve ji bilî li dijî azadiya rojnamevanî û prensîpên demokrasiyê ye, amajeyeke xirab û tirsnak e jî ji bo şêwaza îdarekirin û azadiyên tak, karê medyayî û siyasî ye, ku hertim rexne li Îdareya Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ev jî dibe belgeyek din.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Dezgeha Kurdistan24ê derbarê girtina nivîsgeha xwe li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye: Astengkirina karê me ji aliyê Îdareya Rojavayê Kurdistanê ve ji bilî li dijî azadiya rojnamevanî û prensîpên demokrasiyê ye, amajeyeke xirab û tirsnak e jî ji bo şêwaza îdarekirin û azadiyên tak, karê medyayî û siyasî, ku hertim rexne li Îdareya Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ev jî dibe belgeyek din.

Deqa Daxuyaniya Dezgeha Kurdistan24'ê:

Birêz /

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê – Sûriye

Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan

Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor

Wezareta Derve ya Amerîkayê

Wezareta Derve ya Rûsyayê

Wezareta Derve ya Fransayê

Wezareta Derve ya Elmanyayê

Wezareta Derve ya Şahnişîna Hevgirtî

Rêxistin û dezgehên parastina azadiya rojnamevanan

Dezgeha Kurdistan24 ji bo lêkolîn û ragihandinê, ji dema çend salan ve ye li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) bi wergirtina destûra fermî ji Rêveberiya Xweser karê rojnamevanî li gorî prensîpên pîşeyî, danezana mafên mirovan û hemû beymannameyên navnetewî yên tekezî ser azadiya rojnamevanî û azadiya raman dikin dike. Li piraniya eniyên şer û navçeyê aloziyî lê hene, tîma rojnamevanên me canê xwe xistin metirsiyê û bûn çavkaniya sereke ji medya û ajansên nûçeyan ên navnetewî re.

Ya cihê dilgiraniyê, ev zêdeyî mehekê ye bi biryara çend kesên li nava Îdareya Rojavayê Kurdistanê û bi bê nîşandana sedemên rastîn, karê dezgeha me li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) rawestandine û destûra me ya karkirinê jî hilawestine. Tevî hewl û danûstandinên me ligel Îdareya Rojavayê Kurdistanê ji bo destpêkirina kar, lê hemû hewlên me bê encam bûn.

Ji ber vê yekê; em ji hemû aliyan re radigihînin me biryar da êdî li bendê nemînin û bi neçarî nivîsîngehên xwe li Rojavayê Kurdistanê digirin û pişt bi çavkaniyên din ên nûçeyan ên li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ve girê didin. Dibe ev jî ne bi xwestek û daxwaza me be.

Astengkirina karê me ji aliyê Îdareya Rojavayê Kurdistanê ve ji bilî li dijî azadiya rojnamevanî û prensîpên demokrasiyê ye, amajeyeke xirab û tirsnak e jî ji bo şêwaza îdarekirin û azadiyên tak, karê medyayî û siyasî, ku hertim rexne li Îdareya Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ev jî dibe belgeyek din.

Karê nûçegihanên me di dema dagîrkirina Efrînê, rizgarkirina Minbic, Reqa, Dêrazor û navçeyên din ên Sûriyê de, diçespîne ku em bêalî bû û karê pîşeyane dikir û awêneyên kamereyên me tekane çavkanî ji bo gihandina gefên li ser Rojavayê Kurdistanê ji bo navendên navnetewî bûn, bi rêya pirsên nûçegihanên me di civînên rojnamevanî, lûtke û kongreyên navnetewî de. Belge dîdevan in. Kurdistan24'ê ti carî li dijî berjewendiyên xelkê Rojavayê Kurdistanê nebûye, belkû em hertim ligel berjwendiyên gel û daxwazên wan de bûn û me baştirîn xizmetên medyayî pêşkêş dikir. Her kesek jî dizane bi riya şopandin û pirsên nûçegihanên me li Wezaretên Derve ya Amerîka, Rûsya, Koşka Kremlînê, Elîzê, Bruksel û çendîn paytextên welatên din me çi cure babet nîşan didin.

Di qonaxa bê ya karê me de li Rojavayê Kurdistanê, her weke berê emê pabendî prensîpên pîşeyî û karê medyayî bibin. Emê bi hevsengî serederiyê ligel bûyeran bikin û nêrînên hemû aliyan di hemû pirsan de li ber çav bigirin. Herwiha girîngîdana bi pirsên welatiyên Rojavayê Kurdistanê û pirsgirêkên wan ên rojane ji karên me yên sereke ne.

Heger çi bi biryareke siyasî hatibin dûrxistin jî, ji temaşevanan, guhdar û xwendevanê xwe nêzîktir dibin. Emê hewl bidin jî weke berê bûyer û pêşhatan bi zûtirin dem û bi baştirîn şêwe bigihînin raya giştî û cîhanê û wan bi pirsgirêk, alozî û xemên welatiyan agahdar bikin.

Ji bo hemahengiya zêdetir jî, gelek kanalên peywendiyê ji bo gihandina peyaman, şandina nûçe, daxwaz û pirsgirêkên xelkê di dema bê de vedikin û ew dikarin bi şêwazeke cuda ligel me berdewam bikin.

Rêveberiya Dezgeha Kurdistan24'ê

02. 09. 2019