Li Rihayê li navendeke serbazî 2 teqîn çê bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Rihay yê Bakurê Kurdistanê li navendeka serbazî 2 teqînên mezin rû dan.
Li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînan de gelek birîndar hene.
Li gor zanyariyan piştî teqînan gelek ambulans û otomobîlên hawarçûnê çûne cihê bûyerê.
Herwiha Parêzgarê Rihayê Abdullah Erin jî ji aşkere kiriye li navenda Fermandariya Zirxî ya 20em de teqîn di cebilxaneyê da bûye. Herwiha 5 serbazên bi parastina cebilxaneyê erkdar in birîndar bûne.