Partî Kurdî: Nakokiyên bi HDPê re bo hilbijartinê nabin astengî

Partiye Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên 31ê Adarê tifaqek ava kiribûn û dihate mereqkirin ku gelo partiyên Kurdî dê bimînin bin bandora politikaya Tirkiyeyîbûnê an na? Endamên partiyên Kurdî dibêjin xalên ku ew li gel HDPê li hev nakin hene lê xebatên hilbijartinê jî bi awayeke hevbeş dimeşe.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Partiye Demokratîk a Gelan (HDP) û partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên 31ê Adarê tifaqek ava kiribûn û dihate mereqkirin ku gelo partiyên Kurdî dê bimînin bin bandora politikaya Tirkiyeyîbûnê an na? Endamên partiyên Kurdî dibêjin xalên ku ew li gel HDPê li hev nakin hene lê xebatên hilbijartinê jî bi awayeke hevbeş dimeşe.

Piştî tifaqa hilbijartinê ya di navbera Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û partî û rêxistinên Kurdî yên wek Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye, Platforma Demokratên Kurd, Partiya Komunîsta Kurdistan, Partiya Însan û Azadî û Hereketa Azadî de dihate mereqkirin ku gelo dê partî û rêxistinên xwe wek Kurdistanî pênase dikin dê bikaribin bi rengên xwe bangeşeyê bikin an na?

Di pêvajoya bangeşiyê de partî û rêxistinên Kurdî dibêjin her çiqas mijarên ku wek hev nefikirin hebin jî ew li gel HDPê xebatên xwe yên bangeşiyê dişopînin. Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak amaje dike wek mînak ew grevên birçîbûnê naparêzin lê xalên wan ên nakok bo tifaqa hilbijartinê nabin asteng

Serokê Platforma Demokratên Kurd Sertaç Bucak ji K24ê re wiha axivî: "Me protokolek bo hevpeymaniyê îmze kiri ye. Me gotiye HDP û Partiyên Kurdistanî. Em bin av û rengên xwe di hevpeymaniyê de ne. Mijarên ku em ji hev cuda dibin jî hene. Wek mînak em di warê grevên birçîbûnê de wek HDPê nafikirin. Ev xuya dibe."

Partî û rêxistinên Kurdî yên ku bi HDPê re tifaqa hilbijartinê pêk anîne balê dikêşin ku bi beşdarbûna partiyên Kurdî zimanê bangeşiyê jî zêdetir bû ye Kurdî. Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadî Sedat Dogan dibêje ew politikaya Tirkiyeyîbûnê napejirînin û xebatên xwe bi Kurdî dimeşînin.

Cîgirê Serokê Partiya Însan û Azadiyê Sedat Dogan dibêje: "Polîtîkaya Tirkiyeyîbûnê de dibêjin em bibin Tirkiyeyî. Êma ka em ê çawa bibin Tirk. Bila bejin Kurdistanîbûn. Madem Tirkiyeyîbûn meşru ye bila Kurdistanîbûn jî meşru be."

Li gorî tifaqa HDP û partî û rêxistinên Kurdî di bajarên Bakurê Kurdistanê de endamtiya meclîsên şaredariyan, li navçeyan Bakurê Kurdistanê jî  çend serokatiyên şaredariyan û endamtiya meclîsa şaredariyan  bo partî û rêxistinên Kurdî hatine destnîşankirin.