Rêkkevtina YNK û alîyên Erebî bo vemana Erkan Cibûrî dihê redkirin
K24- Kerkûk
Hêz û alîyên sîyasî bi deng hatin li dijî rêkkevtina di navbera Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) û Ereb û Turkmanan de hatî encamdan di Civata Parêzgeha Kerkûkê de daku vemana Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re, di posta xwe de vemîne heya hilbijartina dahatî ya Civata Parêzgehê.
Naveroka rêkkevtinê arasteya Bexdayê hatîye kirin, daku serok wezîrê Îraqê wajû bike û razî be li ser wê yekê, lê heya niha beroirsên Bexdayê razî nebûne li ser wê rêkkevtinê.
Ji alîyekê dî ve di nivîsarekê de ku wajûya çend endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê li sere, rêkkevtina van sê alîyan li ser pişikkirina postan red dikin.
Rêkevtina YNK, lîsta Turkman û Erban gelek ne vekêşa û rexne, glî û gazinde hatin ser evê partîyê, ne tenê bes ev; lê di nav firakisyona YNKyê de jî di nav Civata Parêzgeha Kerkûkê nerînên cûda çêbûn.
Her li ser vê mijarê, alîyên Kurdistanî civêyan. Wan jî yek nerîn û yek helwêst hebûn û ev pirs red kirin. Yekgirtûya Îslamî ku xwedîyê sê kursîyane di Civata Parêzgeha Kerkûkê de li ser rêkkevtin diaxivin.
Rêkkevtina YNK, lîsta Erebî û Turkman, bi awayekêye ku divêt parîzgarî sê cêgir hebin û tenê yek cêgir bo Kurde, ev ji bilî wê yekê jî ku parêzgar ji pêkhateya Ereb dibe heya hilbijartina dahatî.