Erdogan: Proseyek bi navê Astana nema ye!

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, girêdayî bûyerên li Idlibê rû didin diyarkir, ku: “Proseyek bi navê Astana nema ye!”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, girêdayî bûyerên li Idlibê rû didin diyarkir, ku: “Proseyek bi navê Astana nema ye!”

Erdogan piştî vegera xwe ji Senegalê, di belafirê de bersivên rojnamevanan liser bûyerên rojevê dan.

Liser Proseya Astana Erdogan got: “Wekî Tirkiye, em aliyek bi bandor in. Em rojek li rast, rojek li çep nîn in. Proseyek bi navê Astana nema ye. Ji bo ku carek din em proseyê zindî bikin, dive em binerin – wekî Tirkiye, Rûsya û Îran em dikarin çi bikin”.

Erdogan got: “Ger Rûsya baweriyê bide, dikare serbikeve. Ger liser Rêkeftinên Soçî û Astana Rûsya girêdayî sozên xwe be, em dê berdewam bikin. Lê, roja îro Rûsya baweriyê nade û ne girêdayî sozên xwe ye. Yan dê di pêvajoya Sûriye de, rêyek cuda bigre ber, yan jî Tirkiye dê rêyek cuda bigre ber”.

 

 

 

C.B