PDK-S ji ber şewata dexl û danê Rojava, ahenga damerzrandina xwe nake

Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) bi sedema şewata berhemên ceh û genimên cotkarên Rojavayê Kurdistanê, ahengên damezrandina wê partiyê lidar naxe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) bi sedema şewata berhemên ceh û genimên cotkarên Rojavayê Kurdistanê, ahengên damezrandina wê partiyê lidar naxe.

Komîta Navendî ya PDK-Sê bi boneya salvegera 62emîn a damezrandina wê partiyê peyamek belav kir û ragihand, “Di sala 1957an de Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê wek yekem partiya siyasî ya Kurdî ya camewerî di mercine siyasî yên navdewletî, herêmî û nevxweyî yên girîng de hat damezrandin. Bi damezrandinê wê re gelek proje û hevalbendiyên navdewletî wek (Xala Çarem, Projeya Eisenhower û Hevpeymaniya Bexdayê) hatin meydanê. Herwiha fişarên siyasî jî li ser Sûriyê zêde bûn, bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve û yekbûna Sûriye û Misrê di sala 1958an de.”

Diyar kir jî, “Vê partiya nû, tevî lawaziya karînan û kêmbûna kadroyan, karî cemawerekî berfereh, rêxistinên ciwan û xwendekaran li dora xwe kom bike û gelek gav ber bi bicihkirina aramncên di gelek waran de wek, ziman, wêje, kultur û dozên ceografiya Kurdistanê, dîroka şoreş û serhildanên Kurdistanê bavêje û cejna Newrozê ya netewî lidar bixe.”

Komîta Navendî ya PDK-S dibêje, “Partiyê di siya siyasetên şovenizm û projeyên nijadperestiyê (Kembera Erebî, Serjimêryarî û siyasetên erebkirinê) ên hikmetên li dû hev ji serdema yekbûna Sûriye û Misrê û dabeşbûna wan, heta hikûmetên Partiya Beis û heta şoreşa Sûriyê di Adara 2011an de ranewestî û ji encama hilwestên wêrek ên partiyê, serkirdatiya PDK-Sê di salên heftî yên sedsala bûrî de bi salên dirêj di zîndanan de ma.”

Di beşeke din a peyamê de hat,“ Partiya me ma ji kaniya rêbaza Kurdatiyê rêbaza Barzanî vedixwe û wane û ibretê ji dibistana wê ya xebatê werdigire û dê li ser wê rêbazê bimîne, ta bibe beşek ji projeya netewî ya Kurdistanî ya ku Serokê xebatkar Mesûd Barzanî serperiştiya wê dike. Ev projeya netewî roj bi roj destkeftan bidest dixe, ji bidestxistina daxuyaniya 11ê Adara 1970î ji rêjîma Iraqê ya rûxandî û heta Federalîzmê û ta gihîşt bi encamadana referandûma dîrokî di 25ê Îlona 2017an de, ku bingehên serxwebûna Kurdistanê danîn.”

Di peyamê de jî hat, “Partiya me di serdema perçebûnê de bi berdewamî bang yekrêziya Kurdî û yekwesta siyasî dike û di vî warî de karî gelek hevalbendî pêk bîne û ta gihîşt bi rola wê ya bi bandor Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi destpêka şoreşa Sûriyê re were damezrandin, ji bilî yekbûna bi hejmarek ji partiyên Kurdî re.”

PDK-Sê di dawiya peyama xwe de amaje bi wê yekê da, “Biryar bû bi boneya salvegera 62emîn a partiyê ahengên cemawerî lidar biketina, lê bi sedema şewata berhemên ceh û genimên cotkarên Rojavayê Kurdistanê, her cure aheng û dîmenên şahiyê nake.”

 

S. B