Daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî tê kirin

Platforma Zimanê Kurdî, li Diyarbekirê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Platforma Zimanê Kurdî, li Diyarbekirê 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Platformê bang li rayedarên Dewleta Tirk kir ku Zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Endamên platformê bangek li hemwelatiyan kir ku hemwelatî di her qada jiyana xwe de Kurdî bi kar bînin.

15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî bi çalakiyan hat pîrozkirin. Li Diyarbekirê endamên Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partî û rêxistinan pêk tê, bi daxuyaniyeke rojnamegeriyê bang li rayedarên Dewleta Tirk kir ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Endamên Platformê dixwazin ku dewlet saziyeke Zimanê Kurdî veke. Siyasetmedara DBP'yî û Endama Platforma Zimanê Kurdî Devrîm Malgaz Uzunca balê dikişîne ser xeteraya ku zarokên Kurdan rû bi rû mane û dibêje; divê demildest ji bo zarokên 3 û 5 salî kreşên ku bi Zimanê Kurdî perwerdehiyê bidin, werin vekirin.

Devrîm Malgaz Uzunca ji K24ê re got: "Perwerdehiya ziman di nava malê de dest pê dike. Dayîk bi zarokên xwe re di mala xwe de bi Kurdî diaxive lê dema ku zarok diçin dibistanê bi Tirkî diaxivin, bi vê yekê jî pişaftin dest pê dike. Divê em dibistanên xwe vekin û di her qada jiyanê de divê em Kurdî bi kar bînin."

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Zimanê Kurdî ne fermî ye, di dibistanan de zimanê serdest Tirkî ye. Kurdî ji sala 2012'an ve tenê wekî dersa bijarê tê dayîn lê ev ders jî rasti eleqeyê nayê. Ji bilî dibistanên fermî, di hin dibistanên taybet de Kurdî wekî dersekê tê dayîn. Endamên Platforma Zimanê Kurdî ji hemwelatiyan dixwazin ku zarokên wan, dersa Kurdî hilbijêrin.  Hereketa Azadî jî yek ji hevgirtiyên Platforma Zimanê Kurdî ye. Berdevkê Hereketê Ayetûllah Aştî amaje dike ku ne hêsan e ku dewlet rêya fermîbûna Zimanê Kurdî veke lê divê Kurd jî daxwaz bikin û li Kurdî xwedî derkevin.

Ayetûllah Aştî dibêje: "Dersa Kurdî ya hilbijartî niha tê dayîn lê qels e. Lê ger hemwelatî dersa Kurdî ya bijare tercîh bike dê wê demê dewlet jî neçar bimîne ku rêya perwerdehiya fermî veke."

Rayedarên Platforma Zimanê Kurdî radigihînin ku dê bi rayedarên Hikûmeta Tirkiyeyê re jî hevdîtinan bikin û daxwaza pêşîlêvekirina perwerdehiya bi Zimanê Kurdî bikin. Ji bo ku Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, pêwîst e madeya 3'yemîn a Makezagona Tirkiyeyê were guhertin. Lê di yasayê de hatiye nivîsandin ku guhertina vê yasayê jî nayê pêşniyazkirin.

Perwerdehiya bi Zimanê Kurdî di sala 2009'an li zanîngehan dest pê kir. Niha li zanîngehên wekî Artuklu ya Mêrdînê, Bîngol, Mûş, Dêrsîm û Dîcle ya Diyarbekirê tê dayîn. Lê belê mamosteyên Kurdî kêm tên tayînkirin. Ger dewlet 20 hezar mamoste bigire, tenê 3 mamosteyên Kurdî digire.  Endamên Platformê dixwazin ku dewlet astengiyên li hember Zimanê Kurdî rake û hemwelatî jî di her qada jiyana xwe de Kurdî bi kar bînin.