Li Iraqê tekane aliyê serkeftî Herêma Kurdistanê ye

Parlamenterê berê yê Iraqê Omer Abdulsettar di panelekê de ragihand, eger hikûmeta Iraqê li gor destûrê kêşeyên li gel Herêma Kurdistanê çareser neke wê gavê Amerîka û dewletên din dê wek dewletek serbixwe li Herêma Kurdistanê binêrin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê Ji aliyê rêxistineka sîyasî ya Iraqê ve bi beşdariya parêzgarê berê yê Musilê Esîl Nuceyfî, parlamenterê berê yê Iraqê Omer Abdusettar û gelek pisporên sîyasî yên Iraqê panelek hat rêvebirin. Parlamenterê berê yê Iraqê Omer Abdulsettar di panelekê de ragihand, eger hikûmeta Iraqê li gor destûrê kêşeyên li gel Herêma Kurdistanê çareser neke wê gavê Amerîka û dewletên din dê wek dewletek serbixwe li Herêma Kurdistanê binêrin. Omer Abdulsettar herwiha da zanîn li Iraqê yekane tişta baş û aliyê serkeftî jî Herêma Kurdistanê ye û eger Sunneyên Iraqê jî wek herêma Kurdistanê nekin dê wêran bibin.

Ji aliyê rêxistineka sîyasî ya Iraqê ve li Stenbolê li ser bi beşdariya parêzgarê berê yê Musilê Esîl Nuceyfî, parlamenterê berê yê Iraqê Omer Abdusettar û gelek pisporên sîyasî yên Iraqê panelek hat rêvebirin. Di panelê de rewşa niha ya Iraqê, berdewambûna metirsiyên DAIŞê , bihêzbûn û vegera DAÎŞê ya bo nav axa Iraqê hat gotûbêj kirin. Parlamenterê berê yê Iraqê Omer Abdulsettar di panelê de ragihand niha li Iraqê yekane tişta baş û aliyê serkeftî herêma Kurdistanê ye û eger hikûmeta Iraqê li gor destûrê li gel herêma Kurdistanê kêşeyên xwe çareser neke wê gavê Amerîka û dewletên dî dê wekî dewlete serbixwe li Herêma Kurdistanê binêrin.

Parlamenterê berê yê Iraqê Omer Abdulsettar ji K24ê re got: ''Herêma Kurdistanê niha li Bexdayê dinêrê ka dê bi çi wî awayî li gel wan danûstaninan bike. Eger Bexda li gor destûrê danûstaninê li gel Hewlêrê neke wê gavê Amerîka û dewletên din dê wek dewletek serbixwe li Herêma Kurdistanê binêrin. Ji xwe li Iraqê yekane tişta baş û aliyê serkeftî herêma Kurdistanê ye û Eger aliyên Sunnî jî wekî Kurdan nekin dê wêran bibin .Niha li Iraqê li gel DAÎŞê, MAIŞ yanî Mîlîşayên Îranê hene û ev mîlîşa kavilkariyê û xerabiya dikin. Li gor min dema DAÎŞ bi dawî bê dinavbera van mîlîşayan û Amerîkayê de şer dê rû bide.''

Parêzgarê berê yê Mûsilê Esil Nuceyfî jî di panelê de ragihand, Li Iraqê DAIŞ niha gelekî lawaz bûye lê eger kêşeyên di navbera Bexda û Hewlêrê de çareser nebin wê gavê DAÎŞ dê cardî bihêz bibe.

Parêzgarê Berê Yê Mûsilê Esîl Nuceyfî dibêje: ''Piştî DAÎŞê hikûmeta Iraqê ti giringî nedaye Mûsilê ji ber wê van rojên borî xelkê Musilê li dijî rêveberên hikûmeta Iraqê xwepêşandan kirin.Li gor min ev xwepêşandan destpêk bû .Eger çareserî neyê dîtin vê gavê kêşe dê zêdetir bibin. Li gel vê yekê eger kêşeyên di navbera herêma Kurditanê û Bexdayê de çareser nebin wê gavê DAÎŞ dikare cardî bihêz bibe.''

Rawêjkarê navenda Iraqa nû Şaho Qeredaxî jî da zanîn piştî ku navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ket destê Heşda Şeîbî de li wan navçeyên tevgerên DAÎŞê zêdetir bûne û heta ku Pêşmerge nevegera wan navçeyan aramî çê nabe.

Şaho Qeredaxî got: ''Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê piştî ku ketin destê Heşda Şeîbî de li wan cihan tevgherên DAÎŞê zêdetir bûne.Çimko ew hêz nikarin wekî peşmergeyan wan deran biparêzin.Vegera Pêşmergeyan bo van navçeyan em dikarin bibêjin ku gurxezeke mezin e li dijî DAIŞê û derfeta DAÎşê nemîne vegere û metirsiyê li ser Herêma Kurtdistanê çêke.''

Ev panela ku rewşa giştî ya Iraqê,metirsî û keşêyên ku li benda Iraqê hatî gotûbêj kirin de pisporan ragihandin li Iraqê pêwîste ji bo hemî kêşe û mafên aliyên cida çareseriyek sîyasî bê dîtin da ku êdî ne rêxistinên terorî yên wek DAÎşê ne jî yên dî derbikevin.