Malbata Ehmed Kaya naxwazin bê destûra wan film liser bê çêkirin

Malbata hunermend Ehmed Kaya rê nade bêdestûra wan fîlma Ehmed Kaya were çêkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Malbata hunermend Ehmed Kaya rê nade bêdestûra wan fîlma Ehmed Kaya were çêkirin.

Kompaniyeke fîlmê da xuyakirin, ew dixwazin jiyana hunermendê navdar Ehmed Kaya ya ji Meletî heta Parîsê, binavê "Ehmedo Her du Çavên Min" bikin fîlmek sînemayê. Bo vê jî dest bi amadekariyan kirin e.

Derbarê mijarê de Hevjîna Ehmed Kaya, tevî zarokên xwe Çîgdem û Melîs Kaya daxûyaniyek belav kirin û dan zanîn, bê destûra wan kes nikare li derve û hundir fîlma Ehmed Kaya çêbike û tu kesê jî, ji wan destûr nexwestiye.

 

 

 

C.B