Mesrûr Barzanî: Tim li piştîvanî û hevkarîyê berdewam dibîn
K24- Hewlêr
Mesrûr Barzanî pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike bi boneya sûndxwarin û destbikarbûnê wek serokê Herêma Kurdistanê û piştîvanîya xwe jî bo tekez kir.
Di pişikeka peyamê de hatîye: Hêvîdarim ev erkê pîroz bi baştirîn şêwe birêve bibey û li jêrê rêberînîya serok Barzanî bikarîn bi hev re Kurdistaneka bihêz ava biîn.
Deqa peyamê:
Bi boneye sûndxwarin û destbikarbûna serokê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî dike.
Bi boneya destbikabûna serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahîyeka gerim li birayê xwe yê rêzdar kak Nêçîrvan Barzanî dikim û hêvîdarim ev erekê pîroz bi baştirîn şêwe birêvey bibe û li jêr raberînîya serok Barzanî bikarîn bi hev re Kurdistaneka bi hêz ava bikîn û di xizmeta berjewendîyên bilind ên gel û welat şîyanên xwe yekbixiîn û ber bi pêşve pêngavan bi havêjîn.
Hêvîya min serkevtina we ye û tim di piştîvanî û hevkarîyê berdewam dibîn.
Mesrûr Barzanî
10/6/2019