Wezaret a derve ya Kiweytê: Peywendîyên Me li gel Herêm a Kurdistanê di asteka baş deye

Cêgirê wezîrê derve yê Kiweytê, Xalid Carûllah ragehand: Peywendîyên Me li gel Herêma Kurdistanê di asteka gelek baş deye.

K24- Hewlêr

Cêgirê wezîrê derve yê Kiweytê, Xalid Carûllah ragehand: Peywendîyên Me li gel Herêma Kurdistanê di asteka gelek baş deye.

Got jî. Em kar dikîn bo bi hêzkirin a peywednîyên xwe li gel Herêma Kurdistanê, ji bo vê yekê jî, bi berdewamî şanda herdû alîyan serdana hevdû dikin.

Xalid Carullah xweşhalîya xwe nîşanda ku bi rêya Kurdistan 24 re bo xelkê Kurdistanê diaxive û got. Dema Ez bo telefizyoneka Kurdî diaxivim li Herêma Kurdistanê, wekû wê yekêye ku ez li gel birayên xwe Kurd li Herêma Kurdistanê biaxivim. Lew hêvîya pêşkevtin û akincîyê ji wan re dixwazim.