Li Rojava metirsî ji kêmbûna xwedîkirina pez heye

Piştî şewitandina rûberên berferh ji zeviyên ceh û genim li herêmên Rojavayê Kurdistanê, niha metirsî li ser ajalan jî heye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Piştî şewitandina rûberên berferh ji zeviyên ceh û genim li herêmên Rojavayê Kurdistanê, niha metirsî li ser ajalan jî heye, nemaze ku piştî çinîna ceh û genim firaze û bermayên sinbilan dibû jêdereke sereke ji çêriya sewalan re. Hin xwediyên pez jî dibêjin ku hejmarek ji pezê wan dimirin û sedem jî eger e ku xwarina sinbilên şewitî bin.

Şewatên zeviyên ceh û genim ziyanên mezin gihandine cotkaran û bandoreke xerab jî li samanên çandiniya herêmê kir. Di pileya duyem de jî bandora şewatê li ajalan tê kirin. Xwediyên pez xemgîn in û dibêjin di werzê Havînê de wan êmê sewalan nedikiriîn û ajalên wan ji firazeyên ceh û genim dihantin çêrandin, lê piştî van şewatan çêrî jî nema û gelek nexweşî jî di nava sewalên wan de peyda dibin.

Kesên di warê xwedîkirin ajalan de dixebitin dibêjin, metirsî li ser kêmbûna xwedîkirina ajalan heye û eger rewş weha bimîne paşeroja vî samanî dê xerab be.

Li gorî hin pisporan, gelek sedemên kêmbûna ajalan li herêmê hene, lê sedemên sereke ew e, nema ewqas sûd ji xwedîkirina sewalan heye û piraniya welatiyan berê xwe dane bazirganiyê, herweha ew piştgiriya ku ji xelkê re dihate kirin nemaye û buhabûna nirxê êm û dermanan jî hişt ku xelk dev ji xwedîkirina ajalan berdin.

Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Çanidniyê û Samanên Ajalan ya parêzgeha Hesekê ya hikûmeta Sûriyê, hejmara pez digihişte yek milyon û 800 hezar serî, lê niha û bi sedema firotina makên sewalan di riyên qaçax re bo derveyî herêmê û mirina hejmareke mezin bi sedemên nexweşiyan jî, niha hejmara wan nagihêje yek milyon serî.

Pisporên deverê tekez dikin, pêwist e biryarên guncaw bêne standin û piştgirî ji xwediyên sewalan re bê kirin, ta ku ev samana niştimanî bê parastin.