Li Rojava ceh û genim bi du nirxên cuda ne tên kirîn!

Rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi du buhayên cuda genim dikirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Li herêmên Rojavayê Kurdistanê şewata zeviyên ceh û genim berdewam e û cotkarên ku zeviyên xwe çinîne jî sekinî mane û nizanin berhemên xwe bifiroşin kîjan aliyê. Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriyê herdu alî genim dikirin, lê cotkarên ku berhemên wan kêm in mane li ber lîstokên bazirganan û berhemên wan bi arzanî ji wan dikirin.

Agir ji aliyekî ve û patoz û welatî ji aliyekî din ve di nava pêşbirkê de ne. Rojane agir li gelek deverên cur be cur bi zeviyan dikeve û şewata zeviyan bûye diyardeyekê li Rojavayê Kurdistanê. Li gundê Tilzîwan yê girêdayî bajarê Tirbespiyê cara duyemîne agir bi zeviyan dikeve, lê bi alîkariya gundiyan û alavên agirkujê agir hate vemirandin.

Cotkarên ku zeviyên xwe çinîne , genimê xwe li ber dîwarê malan kom kirine û nema zanin çi bikin. Du alî genim dikirin, Rêveberiya Xweser bi arzanî dikire, lê cotkar jî berhemên xwe bi arzanî nafiroşin, li navendên hikûmeta Sûriyê jî tevlî ku nirxê kirînê guncaw e, lê gelek bertîl û pere xerç dibin. Bi van aloziyan re bazirgan jî lîstokên xwe dikin û berhemên cotkaran bi nirxê navendên Rêveberiya Xweser ku bi 160 Lîreya Sûriyê ye dikirin û paşê vedughêzin navendên hikûmetê û bi nerxê 185 Lîreyan difiroşin.

Li gorî agahiyên Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 41 hezar hêktar ji zeviyên ceh û genim hatine şewitandin û ev rêjeya berfereh bi nêzî 20 milyar Lîreyên Sûriyê tê nirxandin.

Zimanhalê cotkaran di mûsimê vê salê de dibêje, çandiniya me bû bela serê me, barîna barana zêde ziyan li wan kir û niha jî agir bela xwe ji wan venake û kula mezintir jî ku nema zanin çawa berhemên xwe bifiroşin.